Gundparêzê ku li Bidlîsê şehîd bû hat definkirin

piştî ku li Fermandariya Cendirmeya Bajêr merasim hat lidarxistin, cinazeyê şehîd Akiyê ku li alaya Tirkiyeyê hatibû pêçandin, anîn gundê Çekmeceyê.

Gundparêzê ku li Bidlîsê şehîd bû hat definkirin

 Gundparêz Yucel Akiyê ku di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da şehîd bû, li gundê Çekmeceyê yê li ser Tetwana navçeya Bidlîsê hat definkirin.

Piştî ku li Fermandariya Cendirmeya Bajêr merasim hat lidarxistin, cinazeyê şehîd Akiyê ku li alaya Tirkiyeyê hatibû pêçandin, anîn gundê Çekmeceyê.

Mehmet Faysal Geylaniyê Miftiyê Bajêr li mizgefta gund nimêja cinaze da kirin. Cimaet ket bin darbestê û cinaze li goristana gund hat definkirin.

Waliyê Bidlîsê Oktay Çagatay, Fermandarê Şaxartêşa Asayîşê ya Wanê Tumgeneral Huseyîn Kurtoglu, Fermandarê Cendirmeya Bajêr Tuxgeneral Naîl Îlbey, Şaredar Nesrullah Tanglay, amirên saziyan, saziyên civaka sivîl, rîcala eskerî, polês, eqrebayên şehîdan û welatî beşdarî merasima cinaze bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE