Gundparêzên jin ligel cendirmeyan rê li ber terorîstan digrin

Li herêma Rojhilat gundparêzên jin bi fedakarî wezîfeyê dikin û ji bo pêşî li rêxistina terorê bibirin jî tevlî hêzên ewlehiyê ji dil û can nobetê digrin.

Gundparêzên jin ligel cendirmeyan rê li ber terorîstan digrin

17 gundparêzên jin ên di banê Fermandariya Cendirmeyên Bajêr da wezîfeyê dikin di têkoşîna dijî terorê, kontrola çûyîn û hatinê, pêkanîna esayîşê da aliyê ekîbên cendirmeyan dikin.

Gundparêzên bi sîlahên teknolojiya pêşketî yên dewletê dane wan va di têkoşîna dijî terorîstên PKKyî da li kozikên pêşiyê cî digrin nabêjin şev an jî roj ji bo hizûra gel û yekîtiya welêt dixebitin.

Gundparêzên jin ên bi fedakarî wezîfeyê dikin li Herêma Baregeha Seyîdxanê ji bo pêşî li rêxistina terorê bibirin ji dil û can nobetê digrin.

"Li dijî xayînan em li ser wezîfeyê ne"

Ji gundparêzan Ozen Erkmenê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew wezîfeya didin wan bi cî tînin û ji karê ku dikin hez dikin û wiha pê da çû: "Em li hemberî bêbextên dixwazin welatê me ji hev biqetînin li ser karê xwe ne. Li hemberî bêbextan em milê xwe dikin milê hev û têdikoşin. Em bi hev ra vî karî dikin û bêyî roj û saetê 7 roj û bişev û roj li ser karê xwe ne."

- "Em ji heqê hemû wezifeyan tên der"

Ji gundparêzan Nurten Çelîmliyê got ku ev cil û berg bi tenê ji bo mêran nînin û ji bo parastina welêt jin jî her tim amadene û ji bo vê yekê nîşan bidin jî ew vî karî dikin.

Çelîmliyê ragihand ku ew ji bo welêt canê xwe didin û wiha pê da çû: "Tu ferqa me ji mêran tuneye. Wek jin em jî ji heqê hin zor û zehmetiyan hatin der. Di dema perwerdehiyan da me zehmetî kişand lê bi evîna welêt em ji heq hatin der. Niha em her wezîfeyên tên dayîn da cî digirin. Dema ez karê xwe dikim û ji vê derê diçim malê wê çaxê jî alî malbata xwe dikim."

- "Perwerdehiyên bi zor û zehmet dît"

Sevîm Akkoyunê jî destnîşan kir ku dema wê bihîst gundparêzên jin wê hildin kar gelekî kêfxweş bû û wiha domand: "Ev kar ji bo jinan wek zehmetî tê hesibandin lê em bi evîna welêt vî karî dikin û ji ber vê jî tu zehmetî namîne. Me perwerdehiyên bi zor û zehmet dîtin. Bi çek û bê çek perwerdehî dan me. Bi şev û roj em perwerde kirin û em ji heqê hemû perwerdehiyan hatin der."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE