Güntaş ev 3 meh in di komayê de ye

Malbat ji bo ku tu kesên din mexdûr nebin ji dixtor û nexweşxaneyê gilîdar bû 

Güntaş ev 3 meh in di komayê de ye

Di salên dawî de emeliyatên ji bo xweşikbûnê gelek zêde bûne û hema hema her dixtor van emeliyatan dike. Li Tetwana Bilîsê keçeke 27 salî bi vê xeyalê, xwe xist bin kêrê lê mixabin dilê wê sekinî û ev 3 meh in di komayê de ye. malbata wê, ji dixtor û nexweşxaneyê gilîdar bûn. 

Büşra Güntaş 27 salî ye.. 

Keçika ciwan ji bo emeliyata pozê xwe li Tetwana Bilîsê, çûbû nexweşxaneyeke taybet. 

 Lê mixabin ji wê ameliyatê ranebû,,, 

 Ev 3 meh in di komayê de ye.  

Büşra niha li Stenbolê tedawî dibe. 

Lê mixabin di rewşa wê de tu pêşketin tune ye.  

malbata wê jî nizane ka gelo Bûşra ji ber îhmala dixtor an jî kêmasiyeke nexweşxaneyê kete vî halî. 

 Lê dixwazin her tişt zelal bibe da ku tu kesên din wisa mexdûr nebin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE