Guran 200 miyên heywandarekî kuştin

Li Meletiyê bi dehan gur ketin pagehekê û piraniya miyan kuştin.

Guran 200 miyên heywandarekî kuştin

Li navçeya Yazixana Meletiyê gur ketin pagehan. Bi qasî 20 guran nêzî 200 miyên heywandarekî kuştin. Malbata ku ji bo çêrandinê pezê xwe anîbû zozanan piraniya keriyê xwe yê pez ji dest da.

Malbata Öztürk ji bo çêrandina heywanên xwe ji Çêrmûka Amedê hatibûn Yazixanê. Lê pezê wî bi şev rastî êrîşa guran hat.

Bi qasî 200 mî ji aliyê guran ve hatin mirarkirin. 50 heywan jî birîndar bûn.

Şaredariyê heywanên telefbûyî binax kirin.

Hemû ked û sermayeya malbatê ji dest çû, ji ber vê jî daxwaza alîkariyê dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE