Guzîde Demira dayik: Min pir bîra kurê xwe kiriye

Guzîde Demira dayik: "Min pir bîra kurê xwe kiriye, xwezî min ew bidîta û bêhna wî hilda"

Guzîde Demira dayik: Min pir bîra kurê xwe kiriye

Nobeta dayikên Diyarbekirê ya bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPdewam dike.

Dayikên Diyarbekirê ji revandin û derxistina serê çiyê ya zarokên xwe, HDPyê berpirs dibînin û ji bo vê jî ji 3ê îlona 2019an pê va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan ket roja 159emîn.

Dayik di sir û sermayê da jî çalakiyê didomînin û ji dayikan Guzîde Demirê diyar kir ku ew ji bo Azîzê kurê xwe yê ku di 16 saliya wî da bi navbeynkariya HDPyê revandin serê çiyê, beşdarî çalakiyê bû.

Demirê destnîşan kir, ew heta ewladên xwe hilnedin, ew ê ji ber HDPyê neçin û wiha dewam kir, "160 roj e em li vê derê ne, 160 sal jî derbas be, em ê li vê derê bin. Min pir bîra kurê xwe kiriye, xwezî min ew bidîta û bêhna wî hilda. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Min bîra bêhna kurê xwe kiriye. Ez her roj digrîm, pirî li ber xwe dikevim, tansiyona min radibe. Li mala me hizûr tuneye. Her roj bi girînê derbas dibe."

Demirê bangî kurê xwe kir û wiha got, "Azîz kurê min, were teslîmî delwetê bibe. Cihê te ne çiya ye, mala te ya germ e. Li ser çiyê nesekine, ji hemû hevalên xwe ra bêje, werin teslîm bibin. Hûn hemû werin."

Salih Gokçeyê bavik jî got ku ew kurê xwe ji HDPyê dixwaze û wiha dewam kir, "160 sal jî derbas bibe, ez ji vê derê ranabim. Li vê derê berf jî bibare, bahoz jî çêbe ez ê ranebim. Heta ku HDP zarokên me teslîmî me neke, em ê ji vê derê ranebin. Malbat her roj li hev zêde dibin. Ez emîn im, bi hezaran kes wê werin vê derê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE