Li Karsê jinên gundê bulanikê ji bo amadehiya remezanê bi hev re di tenûrê de nan çêdikin. Jinên jêhatî di tenûrê de xwarina navdar ya gurcistanê haçapuriyê jî çêdikin.
Amadehiyên meha Remezanê dest pê kirin.
Jinên li gundê Bulanika Karsê jî bi hev re ji bo remezanê nan lê dixin.
Di tenûrê de ne tenê nan xwarina Gurcistanê Haçapuriyê jî çêdikin.
Haçapurî bi hêk, rûn, pîvaz û penîr tê çêkirin...
“ Dê û bavên min ji Artvînê ne. Haçapuri xwarineke me ya herêmî ye. Em ji dê û bavên xwe elimîn.”
Haçapurî ji aliyê maliyan gelek tê ecibandin û jin kengê riya xwe bibînin ji bo wan haçapuriyê çêdikin..