Hakim û dozgerên ji 60 salî mezintirin wê destûra îdarî bi kar bînin

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul der barê tevdîrên li hemberî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) tên dîtin da civîneke çapemeniyê li dar xist.

Hakim û dozgerên ji 60 salî mezintirin wê destûra îdarî bi kar bînin

Gul daxuyand di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû da hakim û dozgerên ku temenê wan ji 60 salî mezintirin wê destûra îdarî bi kar bînin û neyên li ser kar.

Wezîr Gul der barê ziyaretên vekirî yên di girtîgehan tên kirin da jî wiha got: "Heqê ziyaretê veşartî ye, dema rîsk ji holê rabû hemû heqên nehatine bikaranîn wê paşê bên bikaranîn."

- "Noteriya nobedar heta daxuyaniyeke nû hat taloqkirin"

Gul daxuyand di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê da sepana "noteriya nobedar" jî heta daxuyaniyeke nû hat taloqkirin.

Gul ji bo çalakiyên komî yên girtiyan da jî wiha got: "Di çarçoveya serbestiya bikontrolê da hemû xebat û çalakiyên girtiyan ên bi komî dikirin, hatin dawîkirin.

- Civînên parêzeran

Der barê parêzeran û xebatên wan da jî Wezîrê Edaletê Gul wiha axivî: "Em ji parêzerên me ra pêşniyaz dikin ku bila di vê heyamê da hevdîtinên xwe pir kêm bikin. Heke rewşên acil û pir hewce dikin çêbûn jî bêyî ku zêde nêzîkî hevdu bibin bi awayekî girtî bila hevdîtinan bikin. Ev pêşniyaz û biryara Lijneya Zanistê ye."

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Adar 2020, 01:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE