Hakimê berê Çetîn Sonmez 8 sal û 9 meh cezayê hepsê xwar

Hakimê berê Çetîn Sonmezê ku îtirazên ji bo berdana Adil Oksuzê "îmamê hêzên esmanî" yê FETOyê qebûl nekir û bû sedema berdana wî 8 sal û 9 meh cezayê hepsê xwar.

Hakimê berê Çetîn Sonmez 8 sal û 9 meh cezayê hepsê xwar

Hakimê berê Çetîn Sonmezê ku guh neda îtirazên ji bo berdana Adil Oksuzê "îmamê hêzên esmanî" yê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) û bû sedema berdana wî, ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya biçek" 8 sal û 9 meh cezayê hepsê xwar.

Rûniştina dozê li Dadgeha Cezaya Giran a 21emîn a Enqereyê çêbû.

Bersûcê girtî Çetîn Sonmez û parêzerê wî beşdarî dozê bûn.

Serokê mehkemeyê Ahmet Nazmî Alp belgeyên di dosyaya wî de ne xwendin. Piştî xendina Alp qediya, Sonmez destûr xwest ku biaxive.

Sonmez got bila Cîhan Ergun, Koksal Çelîk, Alî Riza Çam û Kemal Açikgoz wek şahid di dozê de biaxivin, dîmenên Adil Oksuz ên di nezaretê de bêne temaşekirin û dosyaya doza wezîfedarên kamuyê yên ku eşyayên li ser Oksuz îade kirin û ji ber vê tên darizandin bila bên lêkolînkirin.

Serokê mehkemeyê Alp got ji vê saetê şûn de tu feydeya van tiştan tune û daxwaza Sonmez qebûl nekir.

Sonmez got ew bê sûc e û divê bê berdan, parêzerê wî jî heman tişt xwest.

Mehkemeyê ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya biçek" 8 sal û 9 meh cezayê hepsê da Sonmez.

Piştî biryarê Sonmez birîn girtîgeha ku lê girtî ye.

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Tebax 2018, 15:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE