Hakime ji bo îfadeya jinika pîr a nikare bê mehkemeyê hilde çû mala wê

Hakime ji bo îfadeya jinika pîr a nikare bê mehkemeyê hilde çû mala wê

Li Mûşê hakimeya Mehkemeya Hiqûqê ya Silhê ji bo ku îfadeya jinika pîr ya ji ber nexweşiya xwe nikare bê mehkemeyê hilde çû mala wê û li wir îfadeya jinikê hilda.

Jineke pîr a li gundê Sogucaka ku 14 kîlomêtro dûrî navenda bajêr dijî ji bo dozeke wesayetê li mehkemeyê îfade bida biçûya mehkemeyê.

Di rapora wê ya tenduristiyê da hat gotin hişê wê ne li cih e, di mêjiyê wê da ur heye û divê hakim wê guhdar bike. Lê ji ber nexweşiyên wê ancax wasî dikare şûna wê bê tayînkirin, lewra ew bi xwe nikare here mehkemeyê.

Li ser vê hakima Mehkemeya Hiqûqê ya Silhê ji bo ku jinika pîr ji ber nexweşiya xwe nikare bê mehkemeyê îfade bide çû mala wê û bi xwe îfadeya jinikê hilda.

Eqrebayên jinikê ji ber vê fedakariyê spasiya hakimeyê kirin ku ew di berf û bagerê da hat malê û îfadeya jinikê hilda.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE