Hasankeyfî bar dikin

Xanî amade ne, wê biçin cihê xwe yê nû

Hasankeyfî bar dikin

Li Heskîfê ewil berhemên dîrokî û keleha heskîfê hatin barkirin. niha dora niştecihan e. mal û xaniyên heskîfiyan qediyan. di demeke nêz de ew jî dê biçin cihê nû.

Li Heskîfa Batmanê çêkirina Bendava İlisûyê bi lezûbez dewam dike.

Li aliyekî bajarê nû tê avakirin, li aliyê din jî berhemên dîrokî tên barkirin.

Heta niha Tirba Zeynel Beg, Hemama Artûqiyan, Medreseya Mela Evdila û Keleha Heskîfê hatin barkirin Heskîfa nû.

Niha jî avakirina mal û xaniyên ji bo Heskîfiyan qediyan û dor hat barkirina wan.

Walî Hulusi Şahin: Li vir tenê ne ku bajarek tê barkirin, em li vê derê dîrokê jî bar dikin. Hemû astengiyên li pêşiya me hebo hebo radibin. Em li ser vê mijara zor û zehmet bi baldarî dixebitin. Lewra ne hêsan e ku em bajarekî dîrokî bar bikin cihekî nû.

Niştecihên ku xanî heq kiribûn çûn li nav xaniyê xwe geriyan…

Di demeke nêz de heskîfî wê di malên xwe yên nû de rûnin…

Dîroka nûkirinê: 16 Gulan 2019, 17:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE