Li Heskîfa Batmanê ji bo ku berhemên dîrokî di bin ava beraja Ilisuyê de nemînin cihê wan hatin guhertin.
Her wiha ji bo kesên ku xanî û kergehên wan wê di bin avê de bimînin cihên nû hatin çêkirin.
Ji wan 710 kesan mifteyên xaniyên xwe, 98 kes jî yên dikanên xwe standin.
Heta niha 15 malbat çûn û ketin mala xwe.
Li cihê nû 4 tax hene û xaniyên vê derê jî mîna xaniyên kevn hatin çêkirin.