Hat pêşniyazkirin ku ceribandina firîna "Cezerî" li Girê Amîdayê were kirin

"Cezerî"ya erebeya ku difire û li Tirkiyeyê erebeya ewil e, bi destê Baykarê hat çêkirin. Daxwaz hat kirin ku ceribandina firandina "Cezerî" li Girê Amîdayê ku weke "dilê Diyarbekirê" tê pênasekirin, were kirin.

Hat pêşniyazkirin ku ceribandina firîna "Cezerî" li Girê Amîdayê were kirin

"Cezerî"ya erebeya ku difire û li Tirkiyeyê erebeya ewil e, bi destê Baykarê hat çêkirin. Daxwaz hat kirin ku ceribandina firandina "Cezerî" li Girê Amîdayê ku weke "dilê Diyarbekirê" tê pênasekirin, were kirin.

Cezeriya erebeya ku difire, di 15ê îlonê da testa ewil a firînê bi serkeftî temam kir.

Navê El Cezeriyê alimê Îslamê yê navdar li erebeya ku difire kirin. Ji ber ku Cezerî wê dewrê xebatên xwe yên zanistî li navçeya Sûrê a dîrokî dikirin, hat pêşniyazkirin ku ceribandina firîna erebeya firoke li Girê Amîdayê were kirin.

Serokê Heyeta Kolandinê ya Girê Amîdayê Prof. Dr. Îrfan Yildiz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, El Cezeriyê alimê ilm û zanistê û endezyarê navdar ê alema Îslamê di Qesra Artûkluyê da 25 salan jiyaye.

Yildiz diyar kir ku El Cezerî pirtûka xwe ya El-Xiyalê li vê qesrê nivîsiye, 50 îcadên xwe di vê pirtûkê da nivîsiye û wiha dewam kir:

"El Cezerî robota ewil a li dinyayê li vê derê çêkiriye û kiriye xizmeta mirovahiyê. Ev robot vexwarin û fêkiyan pêşkêş dike. Mîla krankê a ku di sanayiya otomotîvê da tê xebitandin, li vê derê îcad kiriye. El Cezerî endezyarekî pir girîng e. Bingeha sîbernet, otomasyon û pergalên kompîturan wî çêkiriye. Wexta ku El Cezerî tê gotin, Diyarbekir, Qesra Artukluyê tê bîra meriv. Cezeriya erebeya firoke ya ewil a Tirkiyeyê meriv li vê derê bifirîne, wê pir lê were."

Yildiz bangî Midûrê Teknîkê ê Baykarê Serluk Bayraktarê Serokê Heyeta Mutevellî a Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (Weqfa T3ê) kir û wiha got, "Em dixwazin ku qismekî ceribandinên firandina Cezeriya erebeya firoke li Diyarbekirê were kirin. Qada Îçkaleyê ji bo firandinê guncaw e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE