Hat tesbîtkirin ku di erdheja Bîngolê da 68 avahiyan zirareke mezin dît

Hat tesbîtkirin ku di erdheja Bîngolê da 68 avahiyan zirareke mezin dît

Di lêkolîna piştî erdheja Kixiya navçeya Bîngoê ya bi lerza 5,2yê da 68 avahiyên ziara mezin dîtine hatin tesbîtkirin.

Abdulkadîr Arslanbogayê Midûrê Hawirdor û Bajarvaniyê yê Bajêr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî erdheja 25ê hezîranê ya bi lerza 5,2yê 6 rojan li Kixî û Yayladereyê xebatên tesbîtê meşandin.

Arslanboga destnîşan kir ku li 555 xaneyên li gund û gomên Kixî û Yayladereyê kontrola zirarê kirin û wiha axivî: "Li Kixiyê 57, li Yayladereyê 11 xaniyan zirareke mezin dît. Rapora Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Bajêr amade kir em ê pêşniyazî Wezaretê bikin û paşê jî li herêmê rapora zirarê ya teqez ew ê were amadekirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE