Havînê xebata paqijkirina berfê

Li Qersê ekîb ji bo vekirina riyan dixebitin.

Havînê xebata paqijkirina berfê

Li deverên bilind ên Qersê di dawiya meha hezîranê de stûriya berfê hêj 3 metre ye. Ekîbên rêvebiriya taybet a bajêr ji bo vekirina riyên zozanan dixebitin.

Demsal havîn e, lê li deverên bilind ên herêmê hêj xebatên paqijiya berfê didomin.

Ev der gundê Tuygun ê Selima navçeya Qersê ye.

Riyên zozanan ji ber berfa li newalê hêj girtî ne.

Midûrê Xizmetên Gundan Bülent Akkaya got, ‘’Ji ber ku herêma me bi heywandariyê debara xwe dike, gelê me havînê derdikeve zozanan. Li vir li newala bakur ji ber berfa ku kom bûye, her sal wesaîdên me tên û rê vedikin.’’

Ekîbên Rêvebiriya Taybet a Bajêr ji bo vekirina riya zozan seferber bûn.

Zozanên li vir 2 hezar û 600 metre bilind in.

Stûriya berfê li hin deran 3 metre ye.

Bi zor û zehmet rê hat vekirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE