“Haya rayedarên Rûsyayê jê hebû”

Wezîr Akar: Me ew hişyar kirin lê heta li ambulansên me jî dan

“Haya rayedarên Rûsyayê jê hebû”

Wezîrê Parastinê Hulusi Akar hema piştî êrîşa xayîn çû hatayê. Wezîr Akar li wê derê daxuyanî da û got; “tevî ku me agahî dabû, rûsyayê êrîşî me kir.” Wezîr Akar diyar kir ku 309 eskerên rejîmê hatine bêtesîrkirin.

Wezîrê Parastinê Hulusi Akar: “Me cihê ku yekîneyên me lê bûn, berê bi rayedarên Rûsyayê re koordîne kiribû. Lê tevî vê yekê êrîşî me kirin. Piştî bombeya ewil avêtin, me hema ew hişyar kirin. Lê mixabin, dîsa êrîşî me kirin. Di êrîşa asîmanî de bombe barandin heta ser ambulansan jî. Ez vê yekê jî bêjim; gava rejîmê êrîş dikir, li derdora eskerên me tu hêzên çekdar tune bûn… Piştî êrîşa xayîn me bi balafir, SÎHA û çekên mezin ji 200î zêdetir hedef dan ber bombeyan. Piştî van êrîşan 5 helîkopter, 23 tank, 10 wesaîtên zirxkirî, 23 top û obûsên cuda, 5 kamyonên muhîmatê, pergaleke parastina hewayê SA-17 û SA-22 yek, 3 depoyên muhîmatê, 2 depoyên amûran, avahiyek û 309 eskerên rejîmê hatin bêtesîrkirin. Operasyon wekî ku me plan kir dewam dike.”

Dîroka nûkirinê: 28 Çile 2020, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE