HAYADê li Efrînê şorbeya germ û nan da malbatên Efrînê

HAYADê di çarçoveya xebatên zivistanê da kampanyaya "Bila Di vê Şorbeyê da Xwêya We jî Hebe" da destpêkirin.

HAYADê li Efrînê şorbeya germ û nan da malbatên Efrînê

Komeleya Alîkariyê ya Hatayê (HAYAD) ji bo malbatên hewcedar ên li Efrîna herêma Sûriyeyê rojane alîkariya şorbeya germ û nan dide 1000 kesî.

HAYADê di çarçoveya xebatên zivistanê da kampanyaya "Bila Di vê Şorbeyê da Xwêya We jî Hebe" da destpêkirin.

Di vê çarçoveyê da li herêma Cîndiresê ya li Efrînê ji bo Sûriyeyiyên ku di konan da dijîn rojane şorbeya germ û nan li 1000 kesî tê belavkirin.

Serokê HAYADê Rahmî Vardi di daxuyaniya da nûçegihanê AAyê da got ku wek komele her dem li ba mezlûman in.

Vardi diyar kir bi vî awayî ji bo ku dimehên zivistanê da nava hewcedarên li Efrînê germ bibe rojane alîkariya şorbeya germ û nan didin û got ku "Em şorbeya germ û nanê 1000 kesî ku em li navenda komeleya xwe ya li Kirikhanê amade dikin digihînin Sûriyeyiyên ku ji bajarê Îdlibê koçî Efrînê kirin û wê derê din bin darên zeytûnan da di konên biçûk da dijîn."

Vardi behs kir ku di çarçoveya xebatên alîkariyê da her wiha hewcehiyên wekî nivîn, betanî û cil û bergan jî tê pêkanîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE