Haziriya teknofestê dikin

xwendekar bi piştgiriya şaredariya çaldiranê çêkirina balafiran hîn dibin

Haziriya teknofestê dikin

Li Çaldirana Vanê haziriya teknofestê heye. Xwedekarên navçeyê bi piştgiriya şarederiyê li ser çêkirina balafiran tên perwerdekirin. Xwendekar him teorîk him jî pratîk balafirên model hîn dibin.

Şaredariya Çaldirana Vanê ji bo xwendekarên navçeyê kursa çêkirina balafiran vekir.

Li gorî vê xwendekar têne şarederiyê ewilî dersên teorik dibînin.

Pişt re jî balafirên model derdixin derve û wan difirînin.

Kursa teorîk û pratik hefteyê 2 car e.

Xwendekar jî bi eleqeyeke mezin bala xwe didin çêkirina balafiran.

Bi saya van xebatan xwendekar him hînî teknolojiyê dibin him jî haziriyê dikin ku beşdarî Teknofestan bibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE