Li Vanê haziriyên dawetan dest pê kir. Bi vê yekê re danûstandin jî zêde bûn. Jinên ku dixwazin kiras û fîstanên herêmî yên herî xweş li xwe bikin berê xwe didin terziyan.
Bajarê Vanê …
Di nexşeya koronayê de; bi rengê şîn, di asta rîska kêm de ye.
Vanêiyên ku hêvî dikin heta havînê ev nexweşiya koronayê nemîne, dest bi haziriyên dawetan kirin jî.
Haziriyan bi dirûna caw û cilên dawetan dest pê kir.
Li herêmê, di dawetan de jin piranî cilên herêmî, kiras û fîstanan li xwe dikin.
Bona vê yekê jî van rojan kar û xebatên li cawfiroş û terzîxaneyan zêde bûye.