Beriya niha ew mizgîniya ji bo xendekaran hatibû dayîn. Ji 6ê Îlonê û pê ve perwerdeya li dibistanan wê dest pê bike. Ligel xwendekaran esnafên ku amûrên kirtasiyeyê difroşin jî ji vê gelek memnûn in. Me di vê çarçoveyê de li agiriyê li esnafan guhdar kir.
Piştî heyameke dirêj ji bo xwendekaran perwerdeya li dibistanan yanê ya rûbirû dîsa dest pê bike.
Bi vê yekê re haziriyên ji bo mekteban jî dest pê kirin.
Ji bo heyama nû gelek kêmasî hene.
Bi saya vê li Agiriyê jî kar û barên esnafan ên ku malzemeyên kirtasiyeyê difroşin zêde bûne.
Esnafên ku amûrên malê yên kevn difroşin jî bi saya mekteban qezencê dikin.
Esnafên Agiriyê hêvî dikin ku rewş wisa dewam bike da ku ew jî karê xwe bikin