Haziriyên ji bo hilbijartina herêmî

Namzedê AK Partiyê yê Colemêrgê yê ji bo hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê Cüneyt Epcim e.

Haziriyên ji bo hilbijartina herêmî

Namzedê Şaredariya Colemêrgê yê AK partiyê Cüneyt Epcim bi endamên partiya xwe re hat ba hev. epcim di axaftina xwe de got; em ê li gorî ehlaqê ak partiyê tevbigerin.

Namzedê AK Partiyê yê Colemêrgê yê ji bo hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê Cüneyt Epcim e.

Namzedê AK Partiyê Epcim derbarê hilbijartinan de bi endamên partiya xwe re hat ba hev.

Epcim behsa serkeftinên şaredariyên AK Partiyê kir û diyar kir ku van serkeftinan di sala 1994an de dest pê kiriye.

Namzedê Şaredariyê yê Hakkariyê Cüneyt Epcim:” Em ê di xizmetên xwe de li gorî partiyên xwe, li gorî ehlaqa partiya xwe û hesasiyetên gelê xwe xizmet bikin. A rast pêvajoya damezrandina AK Partiyê di sala 1994an de, bi şaredariya Serok Recep Tayîp Erdogan dest pê kir. Em ê jî rihê 94an bidomînin û heta dawî hemû çavkaniyên şardariyê ji bo xizmeta gelê xwe xerc bikin.”

Piştî axaftina xwe Epcim bi rayedarên partiyê re civiya û li ser xebatên hilbijartinê axivîn.

Dîroka nûkirinê: 04 Kanûn 2018, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE