Hîbeyên dewletê dewam dikin

Li Ahlatê wê bi piştgiriyê fabrîkaya paketkirina beqliyatan were avakirin

Hîbeyên dewletê dewam dikin

Li Ahlata Bitlisê dewletê ji bo faqrîqeyekê ava bikin hîbe da du welatiyan. Ji bo çêkirina fabrîqeya paketkirina beqliyatan wê zêdetirî 2 milyon û 500 hezar lîre were xerckirin. Nîvê mesrefan jî dewlet wê wek hîbe dide.

Ahlata navçeya Bitlisê ji aliyê çandiniya beqliyatan ve gelek li pêş e.

Beqliyatên navçeyê heta gelek bajaran tên şandin.

Lê beqliyatên navçeyê bêyî ambalaj û paket diçin.

Welatiyê bi navê Yusuf Demircan biryar da ku li navçeyê fabrîqeyeke Bijartin û Paketkirina Beqliyatan ava bike.

Ji bo fabrîqeyê serî li dewletê da.

Dewletê jî ji bo avakirina fabrîqeyê ji sedî 50 hîbe da miteşebîs Demircan.

Bi merasîmekê temelê fabrîqeyê hat avêtin.

Rayedar û hin welatî beşdarî merasîma hîmdanînê bûn.

Hat eşkerekirin ku wê ji bo fabrîqeyê zêdetirî 2 milyom û 500 hezar lîre were xerckirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE