"Hebûna we ya li wir nîşaneya rûmetê ye"

Serok Erdogan: Hebûna we ya li wir nîşaneya rûmetê ye ku asta têkiliyên di navbera dewletên me da nîşan dide

"Hebûna we ya li wir nîşaneya rûmetê ye"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji hêzên Artêşa Tirkiyeyê (TSK) yên ku wê li Navenda Hevpar wezîfeyê bikin ra serkeftin xwest û wiha got: "Hebûna we ya li wir nîşaneya rûmetê ye ku asta têkiliyên di navbera dewletên me da nîşan dide."

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, piştî ku bi Sererkan Orgeneral Yaşar Guler û fermandarên hêzên artêşê ra kontrol û lêkolînên li ser sînor temam kir bi hev ra çûn Azerbeycanê.

Wezîrê Parastinê yê Azerbeycanê Zakir Hesenov û rayedarên din li Balafirgeha Heyder Eliyev Akar û fermandaran pêşwazî kirin. 

Ew çûn Fermandariya EDOKê û beşdarî merasima eskerî bûn.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê beşdarî merasima ku li Navenda Hevpar ya bi hevkariya Tirkiye û Rûsyayê bê avakirin bû û bangî eskeran kir.

Erdogan silav da eskerên Tirk û yên Azerbeycanê û got bi serokatiya Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyew di nav 44 rojan da serkeftineke mezin li Qerebaxa Çiyayî hatiye bidestxistin ku ew ji ber vê kêfxweş e.

-"Hebûna we ya li wir nîşaneya rûmetê ye"

Erdogan wiha axivî: "Hebûna we ya li wir nîşaneya rûmetê ye ku asta têkiliyên di navbera dewletên me da nîşan dide. Ez ji eskerên me yên ku ji bona şopandina agirbestê wezîfedar in serkeftinê dixwazim. Hêvî dikim ku navend demildest dest bi kar bike. Ez ji hêzên Ermenistanê ku di nav hewldanên agirbestê îxlal dikin da ne dixwazim ku demildest dev ji vê şaşiyê berdin. Rabirdiya artêşa Tirkan bi şan û şerefê ya tije ye, di sê parzemînan û hefy avûhewayan dema hewce bike ewê canê xwe bide û xizmetê bidomîne. Eskerê Tirk dibêje heke ez bimirim şehîd û bimînim xazî me û bi vê baweriyê li welêt û çar aliyê dinyayê di serî da li Azerbeycanê wê wezîfeya ku hatiye dayîn bi cih bîne. Ez ji dil û can we silav dikim û sala we ya nû pîroz dikim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE