Heciyên ku vegeriyan welêt bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin

Heciyên ku vegeriyan welêt ji aliyê xizmên xwe va li Balafirgeha Esenbogayê hatin pêşwazîkirin

Heciyên ku vegeriyan welêt bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin

Heciyên ku ferîzaya hecê ya xwe bi cihanîn û vegeriyan welêt, li Balafirgeha Esenbogayê ji aliyê xizmên xwe va hatin pêşwazîkirin, wextê gihiştin hevdu hestewar bûn.

Heciyên ji Cîddeya Erebistana Siûdî bi balafirgehê hatin, li Balafirgeha Esenbogayê ji aliyê malbat û xizmên xwe va bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin.

- "Me ji bo welatê xwe pir dia kirin"

Ji heciyan Ramazan Koçak got ji bo îbadeta xwe kir û vegeriya welêt kêfxweş e û wiha dewam kir, "Îsal pêvajoya me ya îbadetê xweş derbas bû. Em kelogirî li ser axa pîroz geriyan. Xwedê ji we ra jî bike nisîb."

Ji heciyan Suleyman Kalkan jî got wan ji axa pîroz silav anîne û wiha axivî, "Xwedê bereket, hizûr, sihetê bîne welatê me û welatê me aram bike. Xwedê dewleta me biparêze."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE