Kesên ji bo îbadeta hecê bikin ji Türkiyeyê rê ketibûn gihîştin Mescîda Heram a li Mekkeyê.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê, qefleya ji 290 kesî pêk tê ya ji Türkiyeyê hatibû piştî ku gihîştin Ciddeyê ji wir bi otobêsan çûn Mekkeyê.
Serkonsolosê Ciddeyê yê Türkiyeyê Mete Zaîmoglu pesnê xizmeta ku Erebistana Siûdî ji bo heciyan dike, da.
Qefleya ewil a ji bo îbadeta hecê bikin ji Türkiyeyê rê ketibûn di 7ê hezîranê da gihîştibûn Medîneyê.
Ji ber şewba Kovîd-19ê, di navbera salên 2020 û 2021î da Erebistana Siûdî ji bo îbadeta hecê bikin tenê destûr dida hejmareke kêm a welatiyên xwe.
Îsal ji nav welêt û dervayî welêt ji bo hecê xwe bikin destûr ji bo milyonek ziyaretvanan hat dayîn.AA