Hedefa Erziromê milyonek turîst e

Waliyê Erziromê Okay Memîş: "Li bajarê me yê ku turîstên xwemalî û biyanî yên zengîn û feqîr bi rehetî dikarin tetîla xwe bikin, em îsal milyonek turîstî hedef dikin"

Hedefa Erziromê milyonek turîst e

Waliyê Erziromê Okay Memîş got, "Li bajarê me yê ku turîstên xwemalî û biyanî yên zengîn û feqîr bi rehetî dikarin tetîla xwe bikin, em îsal milyonek turîstî hedef dikin."

Ajansa Pêşketinê ya Bakurê Rojhilatê (KUDAKA) seba xurtkirina turîzma zivistan û sporê û seba zêdekirina dahata turîzma tenduristiyê ya herêmê ji bo Nexçivanê bernameya ziyaretê li dar xist.

Heyeta ku Waliyê Erziromê Okay Memîş, Rektorê Zanîngeha Ataturkê Prof. Dr. Omer Çomakli, Midûrê Emniyeta Bajêr Mehmet Aslan, Sekreterê Giştî yê KUDAKAyê Osman Demirdogen, karsaz û pisporên ajansan tê da ye, Mehmet Emîn Kîrazê Serkonsolosê Naxçivanê yê Tirkiyeyê li miqamê wî ziyaret kir.

Walî Memîş di ziyaretê da axivî û got:

"Di demeke nêz da nexweşnaneya bajêr wê were kutakirin û Erzirom wê bi vê nexweşxaneyê va bibe paytextê tenduristiyê. Erzirom ji bo tûrîzma bajêr jî cihekî girîng e û Palandokena ku navenda kaşûnê ya navneteweyî lê ye. "Li bajarê me yê ku turîstên xwemalî û biyanî yên zengîn û feqîr bi rehetî dikarin tetîla xwe bikin, em îsal milyonek turîstî hedef dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE