"Hedefa me ew e ku înşeallah di dawiya 2022yan da Aydereke nû wê derkeve holê"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Zozanê Ayderê ya li ser Çamlihemşîna navçeya Rîzeyê xebatên ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê dike, di cî da tedqîq kir

"Hedefa me ew e ku înşeallah di dawiya 2022yan da Aydereke nû wê derkeve holê"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Zozanê Ayderê ya li ser Çamlihemşîna navçeya Rîzeyê xebatên ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê dike, di cî da tedqîq kir.

Erdogan ji mala xwe ya li navçeya Guneysuyê bi firokeyê va hat Ardeşenê û bi rêbejê va va bi rê ket ku here Zozanê Ayderê.

Erdogan silav da kesên ku derketin serê rêya wî û der heqê xebatên ku li herêmê tên kirin da ji rayedaran agahî hilda.

Serokomar Erdogan ji jinika ku serê rê baçîkên xaşandî kirî û ji rojnamegerên ku wî dişopînin ra îkram kir.

Serokomar Erdogan paşê gihîşt Zozanê Ayderê û bi kesên pê ra li otêlekê taştê xwar.

Serokomar Erdogan xebatên ku di çarçoveya Projeya Nûkirin û Parastina Ayderê da ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê dike, di cî da tedqîq kir û agahî hilda.

Serokomar Erdogan: "Hedefa me ew e ku înşeallah di dawiya 2022yan da Aydereke nû wê derkeve holê. Ev Aydera nû, bi binesazî, otopark, restoran û her tiştê xwe va ji bo me bi taybetî wê di turîzmê da bibe qadeke pir girîng."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE