Hedefa Mûşê 700 ton hingiv e

Firat Pekbayê Serokê Yekîtiya Mozvanên Mûşê got armanca wan ew e ku îsal 650-700 ton hingiv derxin û 14 milyon lire dahatê bi dest bixin...

Hedefa Mûşê 700 ton hingiv e

Firat Pekbayê Serokê Yekîtiya Mozvanên Mûşê got armanca wan ew e ku îsal 650-700 ton hingiv derxin û 14 milyon lire dahatê bi dest bixin.

Pekbay daxuyanî da nûçegihanan û destnîşan kir ku Deşa Mûşê ya ji deştên herî mezin ên Tirkiyeyê li 2 hezar û 900 mêtre bilindahiyê ye.

Pekbay got mozvanên ku vê dizanin her sal di meha gulanê da dest pê dikin tên Mûşê û wiha axivî: "Mozvan ji Aydin, Mûxla, Antalya, Hatay û Mêrsinê bi 70 hezar kevarî tên Mûşê qasî mehekê li deştê disekinin û paşê derdikevin zozanan û hetanî payîzê li wan deran disekinin. Li bajarê me 45 hezar kevar hene. Armanca me ew e ku îsal 650-700 ton hingiv derxin û 14 milyon lire dahatê bi dest bixin."

Mehmet Kopuzê bi 800 kevarî va ji Antalyayê hate Korkuta navçeya Mûşê diyar kir ku 11 mehên salê bi mozan ra derbas dike.

Kopuz destnîşan kir ku ji eslê xwe ji Rîzeyê ye ji ber ku mozvaniyê dike li memleketê xwe nasekine û wiha pê da çû: 

"Em kulîlkan teqîb dikin û digerin. Em kêmzêde 2 mehan li Mûşê bimînin. Dema çayîr werin çinîn em ê herin zozanên din. Min kevarên xwe li nêzî Korkutê danîn. 4-5 roj in hatim vê derê. Ev cara ewil e ku têm Deşta Mûşê. Înşaellah bi xêr bibe. Em ê mehekê şûnda herin Xinûsa navçeya Erziromê. Ji wir jî derbasî Antalyayê, Samsunê bibin. Hebûna kulîlkan nayê wê meneyê ku hingivê çêbibe. Şert û mercên hewayê li ser hingivê tesîrê dikin."AA

Dîroka nûkirinê: 28 Gulan 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE