Serok Erdogan: "Ticareta me ya li herêmê (Afrîka) dawiya sala 2020î derket 25,3 milyar dolarî. Hedefa me ew e ku pêşiyê derxin 50 û di pey ra jî derxin 75 milyar dolarî."
"(Afrîka) Li parzemînê veberhênanên me vê gavê ji 6 milyar dolarî derbas bûye."
"Di heyama pêş da ez bawer dikim ku têkiliyên me yên (bi dewletên Afrîkayê ra) ji dil wê hê zexim bibin."
"(Kovîd-19) Li hember qeyra tenduristiyê ya mezin gelên Afrîkayê tenê hatin hiştin û di têkoşîna dijî şewbê da feydeyeke ku wan rehet bike û bibe şifa nedîtin."
"Di pêşengiya Tirkiyeyê da em ê bi endamên Konseya Tirkan ra alîkariya aşiyê bidin dewletên parzemînê."
AA