18 û 24ê adarê hefteya hurmetê ya ji bo kal û pîran e. li sêrtê bi vê boneyê rêveberiya tenduristiya bajêr meşek li dar xist. ciwan û xebatkarên tenduristiyê pankartên ji bo sihetê rakirin û ji bo hurmeta kal û pîran meşiyan.
Hefteya 3yem a meha Adarê wek hefteya hurmeta ji bo kal û pîran tê zanîn.
Bi vê wesîleyê li Sêrtê rêveberiya tenduristiyê çalakiyek pêk anî.
Tevî xebatkarên tenduristiyê bi dehan ciwan ji bo hurmetê meşiyan.
Armanc him jiyaneke bisihet him jî rêz û hurmeta ji bo kalan bû.
Ciwanan pankartên balkêş rakirin û sloganên “kalbûneke bisihet” berz kirin.
Herwiha piştre xebatkar çûn serdana kal û pîran.