Li Cizreyê Weqfa Evîndarên Pêxember bernameya bibîranînê li dar xist
Hefteya Pîroz dest pê kir. Di vê hefteyê de Pêxemberê me Hezretî Mihemmed ji dayik bû û bi boneya wê roja pîroz li gelek deveran hefteya mewlûda nebî tê lidarxistin.
Li Nisêbînê bi boneya hefteya Mewlûda Nebî bernameyek hat ldiarxistin.
Bernameya ku şaredariyê bi rê ve bir, bi xwendina Quranê dest pê kir.
Piştre îlahî hatin gotin û Pêxemberê Xweda HZ. Muhammed hat bibîranîn.
Nisêbînî ji bo bibîranîna pêxember li salonê bûn.
Hefteya Mewlûda Nebî dê li gelek deran bi bernameyên cuda were pîrozkirin.
Li Cizîrê jî ji bo Hezretî Elî bername hebû.
Sahabeyê Pêxember Elî bi axaftin û sohbetê hat bibîranîn.
Bernemaya ku Weqfa Evîndarên Pêxember li dar xist bi îlahî û xwendina Quranê dewam kir.
Eleqeya Cizîriyan a ji bo bernameyê zêde bû.