Li Derika Mardinê ji bo hefteya pirtûkxaneyan çalakiyek hat lidarxistin. Bi vê minasebetê di nav avahiya şaredariyê de pirtûkxaneyek hat vekirin. Her wiha kesên ku zêdetir pirtûk xwendine xelat standin.
Ji bona Hefteya Pirtûkxaneyan li Derika Mardinê çalakiyek hat lidarxistin.
Di çarçoveya çalakiyê de di nav avahiya şaredariyê de pirtûkkxaneyek hat vekirin.
Ji bo vekirina pirtûkxaneyê merasîm hat kirin. Rayedarên bajêr û xwendekar beşdarî merasîmê bûn.
Kapasîteya pirtûkxaneyê 280 metreqare ye, di pirtûkxaneyê de 7 hezar pirtûk hene û 50 kes dikarin bi hev re li pirtûkxaneyê bixebitin.
Piştî merasîma vekirinê xwendekarên ku di nav salekê de zêdetir pirtûk xwendine xelat standin.