Hefteya pirtûkxaneyan

Çalakiyên ji bo hefteya pirtûkxaneyan dest pê kirin...

Hefteya pirtûkxaneyan

Di hefteya pirtûkxaneyan de li çar aliyên welêt teşwîq û çalakî tên kirin. Li mûş û erdîşa wanê jî ji bo xwendekar ji xwendina pirtûkan hez bikin çalakî hatin lidarxistin. Xwendekarên ku herî zêde pirtûk xwendine jî hatin xelatkirin.

Dawiya adarê, navbera 25 û 31ê mehê wek Hefteya Pirtûkxaneyan tê pîrozkirin.

Van rojan li seranserê welêt çalakiyên li ser xwendin û nivîsînê tên lidarxistin.

Li Mûşê jî ji bo hezkirina pirtûkxaneyan çalakî hatin kirin, xwendevanên jêhatî hatin xelatkirin.

Li Erdîşa Wanê jî zarokan bi boneya hefteya pirtûkxaneyan li derva çalakiyeke xwendinê li dar xist.

Dîroka nûkirinê: 29 Adar 2019, 16:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE