Midûriya Ewlekariyê ya Dêrikê ji bona hefteya polîsan mewlûd da xwendin. Mewlîd li mizgefa qeymeqamê şehîd Muhammet Fatih Safitürk bi sê zimanan hat xwendin.
Îsal hefteya polîsan di navbera 5 û 11ê Nîsanê de tê pîrozkirin.
Li seranserê welêt ji bo vê hefteyê çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin.
Li Dêrika Mêrdînê jî Midûriya Ewlekariyê ji bona Hefteya Polîsan mewlûd da xwendin.
Mewlûd li Mizgefta Qeymeqamê Şehîd Muhammet Fatih Safitürk bi sê zimanan hat xwendin.
Gelek kes li gorî tevdîrên koronayê beşdarî mewlûdê bûn. Piştî mewlûdê nimêja înê hat kirin.
Piştî nimêja înê li cemaetê ava gulê, loqim hat belavkirin.