Şaredariya Derika Mardinê ji bona hefteya zarokên cîhanê, çalakiyek li dar xist. Şaredariyê 5 hezar kitêb hazir kirin û li dibistanan belav kirin.
Her sal di navbera 9 û 15ê Mijdarê de Hefteya Zarokan a Cîhanê tê pîrozkirin.
Şaredariya Derika Çiyayê Mazî, ji bo zarokan 5 hezar heb pirtûkên dîn û exlaqê amade kirin.
Xebatkarên şaredariyê, di çarçoveya tevdîrên koronayê de pirtûk teslîmî dibistanan kirin.
Mamoste û malbatên zarokan ji bo vê çalakiyê ji şaredariyê re spas kirin.
Mamosteyên mektebê wê kitêban teslîmî zarokan bikin.