"Hejmara avahiyên ku ji bona xisarê agahî dane AFADê 473 ye"

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay derheqê erdheja li Stenbolê qewimî de agahî dan.

"Hejmara avahiyên ku ji bona xisarê agahî dane AFADê 473 ye"

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay: "Hejmara avahiyên ku ji bona xisarê agahî dane AFADê 473 ye. Piranî jî dîwarên wan derizîne û ev jî derzên biçûk in."

Bi beşdariya Oktay, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum, Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya, Serokê AFADê Mehmet Gulluoglu û rayedarên din li Navenda Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) ya li Hasdalê Civîna Plana Xebatên Afatê ya Tirkiyeyê hat kirin.

Alîkarê Serokomar Oktay destnîşan kir hejmara avahiyên ku ji bona xisarê agahî dane AFADê 473 ye û got ku piranî jî dîwarên wan derizîne û ev jî derzên biçûk in.

Fuat Oktay diyar kir ji erdheja ewil heta niha ya herî mezin bi lerza 4,1an 188 erdhejên biçûk li pev hev çêbûne.

Alîkarê Serokomar Oktay der barê welatiyên birîndar bûne da jî wiha got: "Piştî erdhejê ji 34 welatiyên me yên birîndar bûne 10 kes tên dermankirin û 24 welatî jî şandine malê."

Dîroka nûkirinê: 27 îlon 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE