Hejmara malbatên zarokên xwe ji rêxistina terorê dixwazin zêde dibe

23 malbatên bi salane zarokên xwe nedîtine bang kirin ku bila ewladên wan bên û teslîm bibin.

Hejmara malbatên zarokên xwe ji rêxistina terorê dixwazin zêde dibe

Li Mûşê 23 malbatên ku zarokên wan ji alî PKKya rêxistina terorê va hatiye revandin û çalakiyê dikin her diçe zêdetir dibe û dengê xwe bilind dikin.

Malbatên ji revandina zarokên xwe HDPê berpirs dibînin û li Diyarbekirê di 3ê Îlona 2019an da dest bi nobeta ewladan kirin û malbatên Mûşî jî piştgirî dan wan û ji 7ê Nîsanê vir va ew jî çalakiyê dikin.

Malbatên ku her hefte roja çarçemiyê li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPê ya Mûşê tên cem hev her diçe zêde dibin. Çalakiya dayikan a li bajêr bi du malbatan dest xpê kiribû û niha 23 malbat hene ku dixwazin ewladên wan paşve bên.

Malbatên çalakiya xwe didomînin bertek nîşanî PKKya rêxistina terorê û HDPê didin û dixwazin ku dengê wan zêdetir bê bihîstin.

- "Bi zêdebûna jimarê va moralê me weş dibe"

Ayten Koçhan a ji bo kurê xwe Ersîn Koçhan beşdarî çalakiyê bûyer got ku 7 sal berê kurê wê li Bûrsayê hat revandin û wiha domand: "Em her hefte bi hêviya bigihîjin ewladên xwe li pêş HDPê tên cem hev. Hejmara malbatan her diçe zêde dibe û em jî bi vê kêfxweş dibin. Kurê min heke dengê min tê te vegere û were teslîm bibe."

Naciye Sonmez Yildizê jî destnîşan kir ku kurê wê hêj 15 salî li Tetwana navçeya Bitlîsê bi xapandin hatiye revandin û got ku ew ewladê xwe ji HDPê dixwaze û wiha domand: "Li vê derê her ku diçe jimara me zêde dibe. Du malbatên din jî hatin bal me. Kurê min li wê derê ye. Çi karê zarokên me li wê derê heye? Her roj li serê çiyê îşkence li kurê min dikin."

- "Heta xwîşka min venegere ez nayêm"

Ayhan Karakayayê ji bo xwîşka xwe Gulîzerê beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku xwîşka wî di sala 2014an da bi xapandin hatiye revandin û wiha domand: "Ez ji navçeya Bulanixê beşdar dibim. Xwîşka min vegere. Heya tu neyê em ê li vê derê çalakiya xwe bidomînin. Em zanin tu li Stenbolê ji alî PKKya rêxistina terorê va hatî revandin. Mala wê li Stenbolê bû û ew 27 salî bû hat revandin. Heta xwîşka min neyê ez ji vê derê naçim."

Umît Ozcanê ji bo birayê xwe Atîlla beşdarî çalakiyê bûbû jî ragihand ku wan tevlî malbata Teker li pêş avahiya HDPê dest bi çalakiyê kiribûn û wiha dewam kir: "Ji wê rojê heta niha 21 malbat beşdarî çalakiyê bûn. Em nabêjin berf û baran û em ê çalakiya xwe bidomînin. Ez birayê xwe ji HDP û PKKê dixwazim. Heta ewladên me neyên em ji vê derê naçin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE