Hejmara parlementerên bajaran diyar bû

Li Stenbolê berê 97 parlementer derdiketin û niha wê bibe 98 û li Baybûrtê jî parlementerek bû lê niha bû 2 parlementer.

Hejmara parlementerên bajaran diyar bû

 Lijneya Hilbijartina Bilind (LHB) di çarçoveya daneyên nifûsê da jimara parlementerên ji bajaran wê derbikevin diyar kir û li gor tabloyê li Stenbol û Baybûrtê wê parlementerek zêde be û li Eskîşehir û Mûşê jî yekê kêm bibe.

Di biryara LHBê ya rojnameya fermî hat weşandin da hat bibîrxistin ku Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê herî dawîn di 31ê Berfanbara 2021î da agahiyên nifûsê eşkere kir û di vê çarçoveyê da jî 600 parlementer li bajar û herêmên hilbijartinê hatin belavkirin.

Li gor vê ji Enqereyê 36, Stenvolê 98, Îzmirê 28 parlementer wê bên derxistin. Li gor tabloyê parlementerek Stenbol û Baybûrtê zêde bû û ya Mûş û Eskîşehirê jî kêm bû.

Li Stenbolê berê 97 parlementer derdiketin û niha wê bibe 98 û li Baybûrtê jî parlementerek bû lê niha bû 2 parlementer. Li Mûşê berê 4 parlementer dihatin hilbijartin û niha wê 3 parlementer û li Eskîşehirê jî 7 parlementer hebûn û niha wê dakeve 6 parlementeran.

Hejmara parlementerên ku wê ji bajaran derbikevin wiha ye:

"Edene 15, Adiyaman 5, Afyonkarahisar 6, Agirî 4, Amasya 3, Antalya 17, Artvîn 2, Aydin 8, Balikesir 9, Bîlecîk 2, Bîngol 3, Bitlîs 3, Bolu 3, Burdur 3, Bursa 20, Çanakkale 4, Çankiri 2, Çorum 4, Denizlî 7, Diyarbakir 12, Edîrne 4, Elezîz 5, Erzincan 2, Erzirom 6, Eskîşehir 6, Gazîentab 14, Gîresun 4, Gumuşhane 2, Hekarî 3, Hatay 11, Isparta 4, Mêrsîn 13, Qers 3, Kastamonu 3, Kayserî 10, Kirklarelî 3, Kirşehir 2, Kocaelî 13, Konya 15, Kutahya 5, Malatya 6, Manîsa 10, Qehremanmeraş 8, Mêrdîn 6, Mugla 7, Mûş 3, Nevşehir 3, Nîgde 3, Ordu 6, Rîze 3, Sakarya 7, Samsun 9, Sêrt 3, Sînop 2, Sêwas 5, Tekîrdag 8, Tokat 5, Trabzon 6, Tûncelî 2, Şanliurfa 14, Uşak 3, Wan 8, Yozgat 4, Zonguldak 5, Aksaray 4, Bayburt 2, Karaman 3, Kirikkale 3, Batman 5, Şirnex 4, Bartin 2, Erdexan 2, Îdir 2, Yalova 3, Karabuk 3, Kilîs 2, Osmaniye 4 û Düzce 3 parlementer wê derxin.

Ji bilî vê Enqere ji 3, Bursa 2, Stenbol 3 û Îzmir jî wê ji 2 herêmên hilbijartinê pêk bên.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE