Hejmara serlêdanên eskeriya biberdêl eşkere bû

Hejmara kesên ji bo ji eskeriya biberdêl îstifade bikin serî lêxistin ji 515 hezarî derbas bû.

Hejmara serlêdanên eskeriya biberdêl eşkere bû

Di celba ewil a kesên ku xwestin ji eskeriyê biberdêl îstifade bikin dest pê kir û îro teslîmî qişleyên xwe bûn. Hejmara kesên ji bo ji eskeriya biberdêl îstifade bikin serî lêxistin ji 515 hezarî derbas bû. Hejmara kesên ku hemû karûbarên serîlêdanên xwe temam kirin jî gihîşte 170 hezarî.

Pêvajoya celba ewil a eskeriya biberdêl dewam dike. Kesên pevajoya serîlêdanên xwe temam kirin ew ê di 3 celban da herin eskeriyê, yên ku di celba ewil diçin esker îro dest pê kirin teslîmî qişleyên xwe dibin.

Wezareta Parastina Neteweyî diyar kiribû di celba ewil da sewqa ewil di 15ê îlonê da dest pê dike, sewqa duduyan di 6ê cotmehê da ye û sewqa sisêyan jî di 27ê cotmehê da ye.

Agahiyên sewqê yên celba duduyan jî di 6ê îlonê da, agahiyên celba sisêyan jî di 27ê îlonê da ew ê li ser sîstema e-dewletê were îlankirin. Kesên ku di hersê celbên ewil da cih negrin jî wê plankirina celba wan piştî 3yê mijdarê were eşkerekirin.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê bi dest xist eleqeya nîşanî eskeriya biberdêl didin dewam dike. Hejmara kesên ji bo ji eskeriya biberdêl îstifade bikin serî lêxistin ji 515 hezarî derbas bû. Hejmara kesên ku hemû karûbarên serîlêdanên xwe temam kirin jî gihîşte 170 hezarî.

- Şertên serîlêdanê

Li gor rêziknameyê, kesên ji 1ê rêbendana sala 1994an şûnda hatibin dinyayê û 15 hezer TL bidin û perwerdehiya eskerî ya bingehîn a 21 rojî bibînin wê ji vê qanûnê îstifade bikin. 

Kesên li dervayî welêt bi şertê herî kêm sê sal mabin dema 2 hezar ewro bidin û perwerdehiya ji dûr va ku wê Wezareta Parastina Neteweyî bide hildin wê ji eskerîkirî bên hesibandin. 

Li gor qanûnê serlêdanên eskeriya biberdêl di 3yê tebaxê da dest pê kir û wê heta 3yê mijdarê bidome û serlêdan li ser e-Devlet, şaxên eskeriyê tên kirin, ji bo kesên ku li derveyî welêt dijîn jî serlêdan li konsolxaneyan tên kirin. 

Ji bo eskeriya biberdêl wê 15 hezar TL bê razandin, dekont wê teslîmî şaxên eskeriyê bikin û li benda danezana celbê bisekinin.

- Yên derengî bikevin ew ê heqê bidin der

Kesên ku kar û barên hewce bi derengî bixin, wê ji çarçoveya eskeriya biberdêl werin derxistin.

Dîroka nûkirinê: 15 îlon 2018, 15:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE