Hejmara wesaîdên di trafîkê de zêde bû

Saziya Îstastîstîkê ya Tirkiyê hejmara wesaîdên ku di meha cotmehê de tevlî trafîkê bûn diyar kir.

Hejmara wesaîdên di trafîkê de zêde bû

Hejmara wesaîdên di trafîkê de zêde dibe. di meha cotmehê de qeyda 38 hezar wesaîdên din hat kirin. bi vê yekê li tevahiya welêt hejmara wesaîdan gihaşt 23 milyonî.

Saziya Îstastîstîkê ya Tirkiyê hejmara wesaîdên ku di meha cotmehê de tevlî trafîkê bûn diyar kir.

Bi vê yekê hejmara wesaîdên di trafîkê de di dawiya meha cotmehê de bû 22 milyon û 818 hezar û 544.

Di meha cotmehê de qeyda 38 hezar û 119 wesaîdên din hat kirin.

Otomobîl, di nav wesaîdên trafîkê de bi rêjeya ji sedî 54 bêhnok 2yê di rêza yekem de ne.

Piştî otomobîlan, bi dor komyonet, motosîklet û traktor tên.

Li gorî daneyên TÜİK’ê, di dawiya meha cotmehê de ji sedî 38ê ajokarên wesaîdan LPG, ji sedî 36 bêhnok û 6ê wan jî dîzelê bikartînin.

Ajokaran herî zêde wesaîdên rengê spî kirîn.

Di heyama navbera Çile û Cotmehê de ji sedî 56 bêhnok û 3 wesaîdên spî hatine kirîn.

Dîroka nûkirinê: 04 Kanûn 2018, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE