Saziya îstatîstîkan a Tirkiyê hejmarên firotina malan a meha hezîranê eşkere kir. Di meha hezîranê de li giştiyê welêt 61 hezar û 355 mal hatin firotin.
Hejmara firotina malan li gorî par heman mehê ji sedî 48.6 kêm bû.
Herî zêde mal li Stenbolê hatin firotin.
Herî kêm jî li Ardahan, Hakkarî û Bayburtê mal hatin firotin.
Di meha hezîranê de biyaniyan 2 hezar û 689 mal kirîn.
7 hezar û 319 mal bi îpotekê hatin firotin.