Hejîrên Xursê yên Qosera Mêrdînê çêbûn

Hejîrên navdar ên Xursê derketin ser dezgehê

Hejîrên Xursê yên Qosera Mêrdînê çêbûn

Li Xursa Qosera Mêrdînê komkirina hejîran dest pê kir. hejîrên ku li xwezayê digihên û tama wan pir xweş e ji bo firotinê jî êdî li ser dezgehan e.

Hejîrên Xursê yên Qosera Mêrdînê çêbûn.

Niha wextê berhevkirina wan e.

Li gorî welatiyan hejîrên Xursê hejîrên herî xweş ên Tirkiyê ne.

Kîloya hejîran bi 10 lîreyan tê firotin. Firoşkar ji mehsûlê îsal mişterî jî ji bihayê wan razî ne.

Li gorî baweriyan hejîrên Xursê ji xeynî tama xwe ji bo gelek nexweşiyan jî şîfa ye.

Dîroka nûkirinê: 01 Tebax 2019, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE