"Hekarî li herêmê wê bibe navenda kaşûnê"

Li Hekariyê li navenda kaşûna Mêrga Botan ya 2 hezar û 800 metro bilind e 4 telesiyej û pîstên nû hatin çêkirin. 

"Hekarî li herêmê wê bibe navenda kaşûnê"

Li Hekariyê li navenda kaşûna Mêrga Botan ya 2 hezar û 800 metro bilind e 4 telesiyej û pîstên nû hatin çêkirin. 

"Hekarî li herêmê wê bibe navenda kaşûnê"

Waliyê Hekariyê Îdrîs Akbiyik û Wekîlê Şaredariya Bajêr Îdrîs Akbiyik daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Hekarî wê bi veberhênanên nû wê bibe ciyekî xweştir. Akbiyik got ku dirêjehiya navenda kaşûnê ya berê hezar û 200 mêtro bû û wiha axivî:

"Walîtiya Hekariyê û Ajansa Pêşxistina Rojhilatê Anadoluyê (DAKA) protokol imze kiribû. Bi saya vê protokolê ev pîst me îro derxist 3 hezar û 500 mêtroyan. Me ji bo vê projeyê bihayê 15 milyon lîre mesref kir. Em niha li herêmê oteleke xwedî 150 ode jî didin çêkirin. Heta 2 salan wê biqede. Li herêmê potansiyeleke baş heye. Li Tirkiyeyê berf herî zêde li vê derê li ser erdê dimîne. Werzîşkarên dixwazin dikarin heta 6 mehan kaşûnê bikin. Ji Îran, Iraq û ji bajarên derûdorê eleqeyeke mezin heye."

AA

Dîroka nûkirinê: 01 Mijdar 2019, 16:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE