Li Orduyê zarokekî beşdarî kampanyaya alîkariyê ya ji bo erdheja Elazığê bû. Wî nameyek nivisî û xist nava qoliyên alîkariyê. Zarokê biçûk di nameya xwe de got: “heke canê we biêşe wê yê me jî iıêşe”
Got: “heke canê we biêşe wê yê me jî biêşe”
Temenê wî biçûk bû lê dilê wî mezin..
Li Orduyê, zarokekî nameyek nivisî û xist nava qoliyên alîkariyê.
Şaredariya Bajarê Mezin a Orduyê, ji bo zelzela Elezîzê kampanyaya alîkariyê li dar xist. Ew name jî ji nav kîsên alikariyê derket.
Şaredarê Bajarê Mezin Hilmi Güler ew name belav kir û li ser wilo nivîsî “Em bi hev re pir xweşik in”.
Şaredariya Bajarê Mezin a Orduyê piştî erdheja bi hêza 6 bêhnok 8î, tavilê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin.
Peşî 3 hezar betanî, 4 hezar tilûmê razanê, 3 hezar potikê zarokan, xurek û cil û bergên zivistanê hatin barkirin 3 TIR’an û hatin şandin Elezîzê.
Di nav malzemeyên alîkariyê de nameya zarokekî jî derket.
Yek ji lazimiyên welatiyan ku li derve dimînin jî betanî ye.
Ew jî wisa fikirî û betanî şand herêmê.
Di nameya xwe de jî got “Xwezî em li wir bûna û bi destê xwe alîkariyên xwe belav kiribana”
“Bila biratiya me dilê we germ bike.”
Zarokê xêrxwaz ê Orduyî ji welatiyên li herêma erdhejê re jî got “ em li cem we ne”
Di dawiya nameya xwe de wiha nivisî “Xwedê Teala we biparêze, em li Orduyê ji bo we dia dikin.”
Yên ku nameya zarok xwendin kelogirî bûn.