"Heke Swêd û Fînlandiya bibin navenda terorê ev ji bo NATOyê jî gef e"

Wezîr Akar piştî Civîna Wezîrên Parastina NATOyê derket pêş rojnamegeran û pirsên wan bersivand û der heqê mijarên di rojevê da daxuyanî da.

"Heke Swêd û Fînlandiya bibin navenda terorê ev ji bo NATOyê jî gef e"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar got: "Swêd û Fînlandiya heke piştevaniya siyasî û aborî ya didin rêxisitinên terorê bidomînin, çekan bidin û ew der bibin navendên terorê ev ji bo NATOyê jî wê bibe gefek."

Wezîr Akar piştî Civîna Wezîrên Parastina NATOyê derket pêş rojnamegeran û pirsên wan bersivand û der heqê mijarên di rojevê da daxuyanî da.

Akar destnîşan kir ku rûniştinên di çarçoveya civînê da û hevdîtinên dualî yên hatin kirin da fikr û ramanên Tirkiyeyê anî ziman û wiha domand: "Bo me baş derbas bû. Di hevdîtinan da me têkoşîna li dijî terorê, girîngiya hevkariya ji bo têkoşîna li dijî terorê, mieyîdeyên di qada pîşesaziya parastinê da li hemberî Tirkiyeyê tên sepandin anî rojevê. Me got ku ev yek zirarê dide NATOyê jî û bi hestên hevalbendiyê me ev yek parve kir. Hemû berpirsyariyên xwe yên di NATOyê da ev 70 sal e ku em bi cî tînin û ji niha pê va jî em ê bi cî bînin. Tevlî vê em ê maf û berjewendiyên xwe yên neteweyî jî biparêzin û me ev yek jî bi eşkere got."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE