Helbestvanê Qudsê hat bibîranîn

Di salvegera wefata Mehmet Akif İnan de dost û hogirên wî ew ji bîr nekirin

Helbestvanê Qudsê hat bibîranîn

Wek “helbestvanê qudsê” dihat nasîn. 19 sal berê çû ber rehma xwedê. Mehmet akîf înan di salvegera wefata wî de li ser qebra wî hat bibîranîn.

Mehmet Akif İnan... Şairê Qudsê...

Digot :“Min di xewa xwe de dît Mescîda Eqsayê, wek zarokekî digiriya”

Êş û jana Qudsê di şe’rê xwe de neqşand û koçî dawiyê kir…

Di 19mîn salvegera mirina Helbestvan Mehmet Akif İnan de li Rihayê, ji bo xêra wî mewlid hat xwendin, li ser qebra wî jî Qur’an hat xwendin.

Heval, hogir û hezkirên wî him kesayeta wî him jî fikr û ramanên wî bi bîr anîn.

Rayedar, siyasetmedar û giregirên bajêr jî tev li merasîmê bûn.

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2019, 09:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE