Helbestvanê îstiqlalê tê bibîranîn

Merasîma ewil li ser gora Mehmet Akif Ersoy hat kirin

Helbestvanê îstiqlalê tê bibîranîn

Helbestvanê Îstiqlalê Mehmet Akif Ersoy tê bibîranîn. Li Stenbolê xwendekaran, helbestên ersoyê rehmetî xwendin û kulîlk danîn ser gora wî. Herwiha li enqereyê ziyaretvan diçin mala ersoy ya li dergeha tacettin.

Ji ser wefata wî 82 sal derbas bûn.

Mehmet Akif Ersoy bi helbestên xwe yên Sirûda Neteweyî û Serfiraziya Çanakkaliyê, navê xwe neqişand ser dîrokê.

Di 27ê Berfanbara 1936an de li Stenbolê wefat kiribû.

ji bo bibîranîna Mehmet Akif Ersoy gelek merasîm tên lidarxistin. Ya ewil li şehîdgeha Edîrnekapiyê pêk hat.

Li ser gora wî Quranê Kerîm hat xwendin û dia hatin kirin.

Piştî merasîmê li ser gora wî kulilk hatin danîn û xwenderan bi yek dengî sirûda neteweyî xwend.

Li Avahiya Misirê ya li Kolana Îstîklalê jî merasîmek hat lidarxistin. Ersoy demên xwe yên dawî li wê derê derbas kiribû.

Li mala Mehmet Akif Ersoy a li Enqereyê jî merasîm hebû.

Yekîtiya nivîskarên Tirkiyeyê bi merasîmekê Ersoy bi bîr anî.

Dîroka nûkirinê: 18 Adar 2019, 11:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE