Hemû dinya dê vekirina balafirgehê bibîne

Balafirgeha 3. di 95. salvegera avakirina komarê de vedibe

Hemû dinya dê vekirina balafirgehê bibîne

Ji bo vekirina balafirgeha nû ya Stenbolê hİndİk ma. Destpêk wê dİ 95. salvegera avakirina komarê de pêk were. Herwiha gelek serokên dewletên dinyayê jî wê beşdarî vekirinê bın.

21 hezar bilêtên promosyon hatin firotin. Gelek pûlên bîranînê ji bo vekirinê hatin çapkirin.

Balafirgeha 3yem a Stenbolê di cejna komarê ya 29ê Cotmehê de wê vebe û hemû amadehiyên vekirinê hatine kirin.

Serok Recep Tayyip Erdoğan dê vekirina balafirgeha nû bike.

Li aliyê din ji tevî Azerbaycan, Qetar, Pakistan, Makedonya, Kosova, Qibrisa Bakur dê ji gelek welatan serok û nûner wê beşdarî merasîna vekirinê bibin.

Merasîma vekirinê dê bi konsera orkestraya senfonî ya serokatiyê dest pê bike.

Merasîm dê ji çar aliyê dinyayê bi weşanên zindî were temaşekirin.

Herwiha firîna ewil a li nav welêt di 31 cotmehê de destê THYê, ber bi Enqereyê pêk were.

Firîna yekem a bo derwelêt jî di 1ê mijdarê de wê bo Qibrisa Bakur were kirin. Piştî ku barkirin bi temamî biqede dê rojê 2 hezar balafir bikaribin rabin û deynin.

Herwiha heta dawiya salê bihayê otobûsên bo balafirgehê dê ji sedî 50 kêmtir be.

Otoparka balafirgehê jî dê pêpere be.

Dîroka nûkirinê: 28 Cotmeh 2018, 17:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE