"Hemû sazî û dezgehên dewletê ji bo temirandina agirên bi daristanan ketine hewl didin"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu diyar kir ku ji teşkîlata daristanê bigir heta teşkîlata rêbejê hemû sazî û dezgeh ji bo temirandina agirên bi daristanan ketine hewl didin

"Hemû sazî û dezgehên dewletê ji bo temirandina agirên bi daristanan ketine hewl didin"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu diyar kir ku ji teşkîlata daristanê bigir heta teşkîlata rêbejê hemû sazî û dezgeh ji bo temirandina agirên bi daristanan ketine hewl didin.

Wezîr Soylu tevlî Wezîrê Daristanê Bekîr Pakdemirlî li mala mamosteyan a Marmarîsê civîna çapemeniyê li dar xist û ji hemû sazî, dezgeh û kesên bo temirandina agir hewl didin ra spas kir.

Wezîr Soylu ji bo şewatên li daristanan dewam dikin got ku ev ne mijareke siyasî ye û wiha domand: "Li vir tu kes bêyî cudahiya siyasî û îdeolojîk bi formaya sor-spî ya Tirkiyeyê va têkoşîna hîv-stêrê didomîne."

Wezîr Soylu destnîşan kir ku hemû sazî û teşkîlatên dewletê ji bo temirandina agirên bi daristanan ketine hewl didin û wiha domand: "Ji teşkîlatên me yên daristanê heta teşkîlata Rêbejan a me ji teşkîlatên me yên ewlehiyê heta şaredariyên me herkes têkoşîneke mezin nîşan dide."

Di axaftina xwe da Wezîr Soylu der barê şewatên li daristanan da agahî da û got: "Li Muxlayê li 28 taxên çolwar bi tevahî me ji 3 hezar û 219 xaneyan 16 hezar û 603 kes texliye kirin. Heta niha tesbîtên xisara kêm, orte û zêde yên 543 avahî, 784 avahî, 114 axur, 64 kargeh, 5 avahiyên kamuyê hatin kirin."

Li ser medyaya civakî û hin saziyên çapemeniyê îdiaya TOMA di têkoşîna dijî şewatê da naemilînin belav bû û Wezîr Soylu jî ev îdia bersivand û got: "Dema şewat ber bi alî taxan va hat wê demê TOMA jî ketin dewrê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE