"Heqê Şaredariya Bajarê Mezin ya Stenbolê tuneye ku yekalî ji protokolê vekişe"

"Heqê Şaredariya Bajarê Mezin ya Stenbolê tuneye ku yekalî ji protokolê vekişe."

"Heqê Şaredariya Bajarê Mezin ya Stenbolê tuneye ku yekalî ji protokolê vekişe"

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum der barê Projeya Qanal Stenbolê da wiha got: "Heqê Şaredariya Bajarê Mezin ya Stenbolê tuneye ku yekalî ji protokolê vekişe."

Kurum li otêlekê di civîna nasandina Plana Xebatê û Stratejiya Bajarên Biaqil ya Neteweyî da axivî û got ku di Plana Xebatê û Stratejiya Bajarên Biaqil ya Neteweyî da 26 jê sereke û 14 jî di bin da me bi tevahî 40 hedef eşkere kirine.

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum der barê Plana Xebatê û Stratejiya Bajarên Biaqil ya Neteweyî da diyar kir ku ji bona dîroka bajarvaniyê ya welatê wan xebateke zehf girîng e.

Kurum destnîşan kir ji bona bicîanîna îhtiyacên acîl wê 'Tora Bajarên Biaqil ya Neteweyî ya Binexşe û Stratejiyên Bajarên Biaqil yên Bajaran' ava bikin û got ku em ê rewşa hemû bajarên xwe tesbît bikin û bajar bi bajar 'Endeksa Bajaran' derxin.

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum der barê Projeya Qanal Stenbolê da got ku bi Projeya Qanal Stenbolê bi qadên trafîkê, avahiyên civakî û qadên şîn em ê bajarên biaqil yên bibin mînak çêkin ku barê Stenbolê sivik bike.

Kurum ji ber ku Şaredariya Bajarê Mezin ya Stenbolê ji Projeya Qanal Stenbolê vekişiya got ku heqê Şaredariya Bajarê Mezin ya Stenbolê tuneye ku yekalî ji protokolê vekişe.

Murat Kurum diyar kir li ser guzergaha Qanal Stenbolê destûrê nedane ranta erseyan û got ku welatî, şexis yan jî şirketan erse kom nekirine û wiha dewam kir: "Xwediyên erseyan li gor planê wê bigihêjin heqê xwe. Plan wê ji Meclisa Şaredariyê derkeve û li gor planê her tişt bimeşe."AA

Dîroka nûkirinê: 24 Kanûn 2019, 17:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE