Heqaqê Sûriyeyî bextewar e ku hunera xwe li Kilîsê didomîne

Cîloyê ku berhemên darîn ên bi destan ên bi motîfên Îslamî xemilandî çêdike, ji bo ku hunera wî ji nifşên nû ra bimîne, pîşeya xwe fêrî du zarokên xwe jî dike.

Heqaqê Sûriyeyî bextewar e ku hunera xwe li Kilîsê didomîne

 Selahedîn Cîloyê 50 salî ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê 9 sal berê hat Türkiyeyê, li Kilîsê di karê xwe yê heqaqiyê da berdewam e û hem hunera xwe didomîne û hem jî debara xwe dike.

Cîloyê bavê 6 zarokan di piçûktiya xwe da dest bi pîşeya xwe kiriye û niha jî 35 sal di ser ra derbas bûye, li Taxa Şêx Mehmet di atolyeya xwe ya piçûk da heqaqiyê dike.

Cîloyê ku berhemên darîn ên bi destan ên bi motîfên Îslamî xemilandî çêdike, ji bo ku hunera wî ji nifşên nû ra bimîne, pîşeya xwe fêrî du zarokên xwe jî dike.

Selahedîn Cîlogot ku ew bextewar e ku ew karê xwe yê heqaqiyê li Türkiyeyê didomîne.

Cîlo diyar kir ku wî di zaroktiya xwe da hez ji vê hunerê kir û wiha axivî, "Ez bi heqaqiyê ra mijûl im. Berhemên darîn çêdikim. Ez li ser mîrata çanda Îslamî bi pêş da diçim. Hem xebatên min ên darîn hene û hem jî xebatên min ên li ser çerm hene. Ez di piçûktiyê da bi serê xwe hînî vê hunerê bûm."

Cîlo bal kişand, piştî ku ew li Kilîsê bi cih bû wî bêtir xwe bi pêş da bir û wiha got, "Ez li Türkiyeyê hînî tiştên nû bûm. Ez li vir pêşangehan vedikim. Ez timî xwe bi pêş va dibim. Li Türkiyeyê pêşiya hunera min vekirî ye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE